Dronên Tirkiyeyê gundekî Silêmaniyê bombebaran kir

Dronên Tirkiyeyê gundekî Silêmaniyê bombebaran kir

Qaymeqamê Mawetê ragihand, gundê Kurale yê li navçeya Şarbajêr li parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin.

Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen got, di bombebaranê de xaniyekî gund rûxiya û herwiha çiyayên Teje û Şîlanşê jî hatin bombebarankirin.

Herwiha Kameran Hesen got, bombebaran ji aliyên dronên Tirkiyeyê ve bûn.

Ev di demekê de ye, li gorî rêxistina CPT’ê ji meha Tebaxa borî û vir ve di encama bombebarana artêşa Tirkiyeyê de, 152 sivîlan Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dane û 228 sivîl jî birîndar bûne.

Pêştir jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser tora civakî “X” ragehandibû, artêşa Tirkiyê di sala 2023an de 23 hezar û 593 operasyonên leşkerî li dijî PKKê kirine.

Pustên heman beş