Encamên serdana Mesrûr Barzanî ya bo Washingtonê roj bi roj zêdetir derdikevin

Masrour-Barzani--Washington-info

Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê û hevdîtinên wî bi berpirsên payebilind ên wî welatî re, rasterast encamên çareserkirina pirsgirêk û qeyranan diyar bûn.

Pirsgirêka paşxistina mûçeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve, ewqas dirêj bûn, heta gihîşt girîngtirîn navenda siyasî, ku Koşka Spî li ser biaxive.

Di civîna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Amerîkayê Joe Biden de, beşek ji gotûbêjan li ser mijara mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bû, ev yek jî nîşaneya giringîpêdana Amerîkayê bi mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê ye.

Pisporê peywendiyên navdewletî Dr. Sersam Şiwanî di vê derbarê de ji K24ê got: “Herêma Kurdistanê weke herêmeke navdewletî, xwedî hesabekî taybet e. Ew pirsgirêkên li navxweya Herêma Kurdistanê hene, bêguman bandorê li rewşa navçeyê jî dike. Di civîna Sûdanî û Biden de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de hate kirin”.

Beriya Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê kiribû û li wir heman mijar hatin gotûbêjkirin. Hin pispor dibêjin, Amerîka çareserkirina kêşeyên girêdayî maf û şayesteyên Herêmê, kiriye merc ji bo berdewamiya piştevanîkirina li hikûmeta Sûdanî û heta pêkanîna civîna bi Biden re jî.

Çavdêrê siyasî Dr. Ramyar Razgar dibêje: “Ev mijar ji wê çarçoveyê derketiye ku bi her sedemekê rê li şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê girtin û xelkê Herêma Kurdistanê bê sizadan”.

Ji aliyê din ve, Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hunar Cemal duhî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, “em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka mûçe bi temamî hatiye çareserkirin. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di serdana vê hefteyê ya Amerîkayê de, tekezî li ser wê yekê kir ku pirsa mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bûye û pirsa mûçeyê êdî nabe pirsgirêk, ji ber ku ew mafekî bingehîn a fermanberên Herêma Kurdistanê ye”.

 

Çavkanî: Kurdistan 24

Pustên heman beş