“Ewlekariya Iraqê” red dike ti baregeheke Heşda Şeibî hatibe bombebarankirin

“Ewlekariya Iraqê” red dike ti baregeheke Heşda Şeibî hatibe bombebarankirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê dibêje, teqîna îro berbangê li baregeheke Heşda Şeibî li parêzgeha Babîlê ne ji ber bombebaran bû.

Şaneya Ragihandinê di daxuyaniyekê de belav kir, îro demjimêr 01:00 teqîn û agir di nava baregehên artêş, polîs û Heşda Şeibî li parêzgeha Babîlê rû dan, di encamê de endamekî Heşda Şeibî canê xwe jidest da û 8 kesên din birîndar bûn.

Şaneya Ragihandinê diyar kir, şewat bi hewldanên tîmên Şaristaniya Sivîl a Babîlê hat kontrolkirin û komîteyeke teknîkî ji bo lêkolînkirina teqîn û agir hat avakirin.

Ev yek piştî wê tê, Medyaya Îraqî ragihandibû, îro demjimêr 02:00ê sibê êrîşeke asmanî li ser baregeheke hêzên Heşda Şeibî li navçeya Kalsu ya li bakurê parêzgeha Babîlê hatibû kirin.

Piştre jî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyeke kurt li ser tora civakî “X” belav kir û ragihand ku haya wan ji êrîşa vê sibê ya li dijî Heşda Şeibî nîne.

Baregeha leşkerî ya Kalsu, 20 kîlometre li başûrê Bexdayê ye, di sala 2011’an de piştî vekişîna leşkerên Amerîkî hatibû girtin. Lê piştre bû baregeha lîwayên 17 û 28 yên Heşda Şeibî.

Pustên heman beş