Yek ji binkeyên leşkeri yê Îranê li Kirmaşanê tê vala kirin

Kurdistan--iran--Kirmaşan-info

Binkeyeke leşkeri yê giring li Rojhilatê Kurdistanê tê vala kirin û li gor hin gotegotan ji tirsa êrîşa Îsraîlê tê vala kirin.

Li gor girte vîdeoyekî li tora civakî hatiye belav kirin, binkeyê Hiwanîruz, ku binkeyekî balefirî yê hêzên bejayî ya artêşa Îranê ye û li Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye, tê vala kirin.

Di girte vîdeoyê de kesek behsa wê yeke dike ku ev binkeye yê artêşa Îranê ye kul i Kirmaşanê ye û ji tirsa êrîşa Îsraîlê tê vala kirin û di wê deme de jî helikopter rabûye û zêdetir ji 100 helîkopteran li zeviyên nêzîk wî binkeyî danîne.

Ew girte vîdeoy îro 20.04.2024ê belav bû, lê Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand ew operasyon roja pêncşema borî destpêkiriye û binke nêzîk rawestgeha Bêstûn a parêzgeha Kirmaşanê ye.  

Pustên heman beş