Eniya Berxwedana Îslamî: Me tola êrîşa Babilê vekir

Eniya Berxwedana Îslamî

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê ragehand, tola êrîşa li ser Babilê li hember Heşdî Şeibî hatiye kirin vekirine û êrîş kirine ser armanceke li navçeya Îlat a Îsraîlê.

Eniya Bexwedana Îslamî li Iraqê, ku ji çend grubekî hêzên milîs pêkhatiye di beyanameyekî de ragehand; çekdarên wan bi bikaranîna dron armanceke giring li navçeya bajarê Îlat a Îsraîlê kirine armanc û ev wek bersivek bûye ji bo wê êrîşa li Babilê li ser Hêzên Heşdî Şeibî hatiye kirin.

Li gor heman beyanameyê hate gotin ku: ‘’Emê êrîşên xwe berdewam bikin.’’

Îro di encama êrîşeke mûşekî ya li ser binkeyekî leşkeri ya ser bi hêzên Heşdî Şeibî yên li bajarê Babil a li başûrê Bexda ya paytext pêkhat û li gor hin çavkaniyan çekdarekî Heşdî Şeibî hatiye kuştin û 8 çekdarên din jî birîndar bûne, lê ziyanê madî yê mezin geheştiye wî binkeyî.

Ajansa Reutersê bi zimanê du çavkaniyên ewlehiyê li Iraqê ragehand: ‘’Teqîna li serbazgeha Heşdî Şeibî ya li Babilê bi êrîşa esmanî pêkhatiye, ku çavkaniya wê heta naha nediyare.’’

Lê serokê lijneya ewlehiyê li parêzgeha Babilê Muhened El Enzî ragehand: ‘’Êrîş bûye sedemê kuştina çekdarekî Heşdî Şeibî û 6 çekdarên din jî birîndar bûne.’’

Herwaha got, armanc girtina Heşdî Şeibî li binkeyê Kelsu ya li Babilê, bi êrîşa mûşekî pêkhatiye, ne bi dron û teqînan.

Pustên heman beş