Tirkiyê kuştina 5 çekdarên YPGê ragihand

Mertala-Feratê-YPG-PKK-Net

Wezareta bergiryê ya Tirkiyê îro ragihand, di êrîşeke asmanî de, 5 çekdarên rêxistina PKKê/YPGê li herêma Mertala Feratê hatine kuştin.

Îro roja şemî 20/4/2024ê wezareta bergiriyê ya Tirkiyê daxuyanî da û tê da hat gotin: Di êrîşekê de ku li herêma Mertala Feratê li Bakurê Sûryê hatiye encam dayîn, 5 çekdarên PKKê/YPGê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de nehat dyarkirin êrîş li çi herêmekê hat encam dayîn û tenê hat got ku êrîşên li dijî PKKê wê li her derê bidomin.

Roja çarşemî jî 17\4\2024ê wezareta bergiriyê ya Tirkiyê belav kirbû ku artêşa Tirkiyê li herêma Mertala Feratê 4 çekdarên YPGê kirbûn armanc, her wiha li roja 15/4/2024ê jî 3 çekdarên YPGê kuşitbûn.

Pustên heman beş