Balafirên şer 3 çekdarên PKKê kuştin

Pençe-Kilîtê-Net-PKK

Balafirên dewleta Tirk liv û tevgerên PKKê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin, 3 çekdarên rêxistinê kuştin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja şemî 20/4/2024ê ragihand, di êrîşeke asmanî de ku li Herêma Pence Kilîdê hatiye encam dayîn, 3 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence- Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame.

Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.

Pustên heman beş