Kuştina ciwanên Kurdan di berxwedana bêencam de didome

pkk-ciwan-gerila-turkey-matin-zap-net

Nasnameya sê çekdarên din yên PKKê aşkere bû, rêxistinê ew jî weke bi hezaran ciwanên Kurdan di berxwedana xwe ya saxte û bê encam da feda kirine.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê ji duh roja yekşemî ve, nasnameya 3 çekdarên xwe yêk jê jin aşkere kir ku li Adara îsal li çiyayê Metînayê û Zapê yên li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve îro mirina wan îfşa kir.

HPGê weke bi sedan rêhevalên wan, ev 3 ciwanên Kurd jî di berxwedana xwe ya bê encam de da ne kuştin û di pesinê wan de dibêje: Ew milîtanên Apo bûn, fedayê Apo bûn!.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku ji bo Apo berê wan da ye mirinê û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş