Iraqê PKKe weke rêxistineke qedexe naskir

PKKe li Iraqê weke rêxistineke qedexe hatiye naskirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp dibêje, ew bawer dike ku rêkeftinên bi Iraqê re dê bibe xaleke vegerê. Wî spasiya Iraqê kir ku PKK wek “rêxistineke qedexe” nas kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan êvara Duşemê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re hevdîtin kir.

Erdogan got, Tirkiye bi spasdarî qebûlkirina Bexdayê ya PKKê wek “rêxistineke qedexe” pêşwazî kir.

Erdogan her wiha got, wî ji rayedarên Iraqî re gotiye, ez di wê baweriyê de me ku eger Bexda PKK wek rêxistineke terorîstî îlan bike, dê di zûtirîn dem de li Iraqê bidawî bibe.

Serokomarê Tirkiyê her wiha got: Ewlehî û hemahengiya di şerê dijî terorîstan de mijarên sereke yên civînên wî yên li Bexdayê bûn û PKK jî wek metirsî li ser Tirkiyê bi nav kir.

Iraq û Tirkiyê di warên ewlekarî, bazirganî, av, geşepêdan û warên din de 26 peyman û peymanname îmze kirin.

Peyman bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Bexdayê hatin îmzekirin.

Pustên heman beş