Serok Barzanî: Bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaiyê rûpeleke reş a hovîtiya rijêma berê ya Îraqê ye

Serok-Qaladize-net

Serok Barzanî di salvegera bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaiyê de radigehîne, “Ew bombebarankirin rûpeleke reş a hovîtî û bêwijdaniya rijêma berê ya Îraqê li beranberî gelê Kurdistanê ye”.

Serok Barzanî îro (Çarşem, 24.04.2024) di salvegera 50ê ya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaiyê de peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de ragehand, “Bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaiyê rûpeleke reş a hovîtî û bêwijdaniya rijêma berê ya Îraqê li beranberî gelê Kurdistanê ye”.

Serok Barzanî di pareke din a peyama xwe de amaje daye, “Di salvegera 50ê ya bombebarankirina zalimane ya Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de, silav ji bo canê şehîdên wê karesatê û hemî şehîdên Kurdistanê”.

Pustên heman beş