Çekdarên PYDê êrîşî baregeha ENKSê li bajarê Tirbe Spiyê kir

Çekdarên PYDê êrîşî baregeha ENKSê li bajarê Tirbe Spiyê kir

Piştî şewitandina wan ji nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya, û Partiya Elwehda ya Demokratî Kurdistanî -Sûriya li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê, çekdarên PYDê hewla şewitandina baregeha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Tirbe Spiyê kir.

Li gor agahiyan derengiya şeva bûrî ( 23/4/2024 ) bi armanca şewitandina baregeha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li bajarê Tirbe Spiyê yê rojavayê kurdistanê çekdarên PYDê êrîşî baregehê kir.

Di encama wê êrîşê de çekdarên PYDê herdu alên Kurdistanê yên li ser avahiya baregeha xwecihiya Tirbe Spiyê ya ENKSê daxistin û alek şewitand, û reviyan piştî bihîstina dengê xelkê li nêzîkî baregehê.

Pustên heman beş