Şûjina çavê xwe re nabînin lê derziya di çavê xelkê re dibînin!

Şûjina çavê xwe re nabînin lê derziya di çavê xelkê re dibînin!

Piraniya caran ew alî yan jî kesên dezenfarmasyona wek mîsyonekî belav dikin û li ser derew û nûçeyên nerast spekalasyuna dikin û hewldidin rastiya xwe veşêrin dikarin bandorê li hinek kesên ku baweriya wan ne qewî be yan jî nizanin çi demî çi biparêzin dikin.

Gelek cara dîmenek, weneyek dikare rastiya mirov derêxe holê. Dema serdana serokkomarê Tirkiye Erdogan ya Hewlêr ji bo daliqandina Ala Tirkiye, PKKê û alîgirên wê dest propagandeyekî kirin ku,”çewe ala Tirkiye li hewlêr bê daliqandin”. Hinek kaşo aligir û parazerên siyaseta PDKê heta hinek endamên PDKê bi xwe jî di medya civakî de di bin bandora dezenfarmasyonên aligirên PKKê de man ê ev yek rexne kirin.

Wek tê zanîn ji berî niha dema şeredarên DEMê li Diyarbekir û Mêrdînê dest kar kirin, ji bo tenê cihî Ala Tirkiye di ofisên xwe de guhertin yan jî li gora ku, hatî îdiakirin siruda Tirkî nexwendin, di derbarê wan de lêkolînekî destpêkir.

Şeredara Diyarbekir da xûyakirin ku, wan tenê cihê Alayê guhertiye û siruda netewî ya Tirkiye jî xwendine. Şeredarê Merdînê Ahmet Turk jî got: Ala Tirkiye û Siruda Netewî ya Tirkiye nirxên me yên hevparin.

Niha jî bi minasebeta 23ê Nîsanê Cejna netewî ya zarokên Tirkiye, şeredariya Diyarbekirê weneyê Ataturk û ala Tirkiye li ser avahiya şeredariyê daliqandin.

Herkesê ku, bi vî weneyî nenirxîne hestên xwe diyar nekin û daliqandina ala Tirkiye li Hewlêrê rexne kirîn,bila ji kesayeta xwe şikê bikin. Evîndarên Kemalîzmê tu cara nikarin nirxê û sembolên netewî yên Kurda biparêzin.

Pustên heman beş