Romana Sapo bi zaraveyê Soranî jî hat parvekirin

Romana Sapo bi zaraveyê Soranî jî hat parvekirin

Bûbê Eser

Mizgîniyek xweş ji başûrê Kurdistanê…

Ez vê sibê bi mizgîniya ku romana min ya bi navê SAPO bi wergêra brêz Sinuber Sebrî li başûrê Kurdistanê bi soranî hatiye weşandin şad bûm .

Ez hêvîdarim ku ev roman baş bê xwendin. Kiryar, bûyer, cih û war hemî li ser asasê rastiyê, lê bi formê romanê hatiye nivîsîn.

Ev roman weke dîroka tevgera Bakurê Kurdistanê ji sala 1965 heta 2000î, bi xwendevanan dide zanîn.

Spas ji bona Sinûber Sebrî ku wergerandiye zaravayê Soranî.û weşanxaneya Ansikolopediya Partiyê (PDK) ku wan jî ev weşandinin…

Pustên heman beş