Çeteyên PKK’ê zarokeke 16 salî ji Helebê revand

Çeteyên PKK’ê zarokeke 16 salî ji Helebê revand

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast biryaran ji Qendîlê werdigirin di revandina zarokên biçûk de berdewame, herî dawî zarokeke 16 salî ji bajarê Helebê revand.

Li gor agahiyan çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keça bi navê Erbîl Zuhêr Şêxo ya temen 16 salî dema ji dibistana xwe dihate malê li taxa Eşrefiyê, revandiye.

Her wiha hat zanîn, hemû daxwazî û hewildanên malbata vê keçê ji bo vegerandina keça xwe bi rêya navendên ser bi PYD’ê ve têk çûn.

“Erbîl” ji navçeya Şiyê ya herêma Efrînê li Kurdistana Sûriyê ye, û ligel malbata xwe li taxa Eşrefiyê li bajarê Helebê, li Bakurê Sûriyê, dijî.

Tê zanîn fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan re, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Pustên heman beş