Fransa êrîşa li ser qada gazê ya Cormor şermezar kir

Fransa êrîşa li ser qada gazê ya Cormor şermezar kir

Balyozxaneya Fransa ya li Iraqê piştevaniya xwe bo Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê a derbarê êrîşa li ser qada gaza Kormorê nîşan da.

Di daxuyaniyê de Balyozxaneya Fransayê de hat diyarkirin: ‘’Fransa bi tundî êrîşa duh êvarê ya li Kurdistanê dijî qada gazê ya Kormorê şermezar dike.’’

Herwaha radigehîne: ‘’Fransa serxweşiyê arasteyê malbatên qurbaniyên êrîşê dike û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwaze.’’

Balyozxana Fransayê  herwaha ragehand: ‘’Fransa hevxemiya xwe bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nîşan dide û rêzê li hemû jêrxaneya enerjiyê di berjewendiya tevahiya gelê Iraqê de digire.’’

Di daxuyaniyê de hat gotin,’’Fransa piştgiriya xwe ya ji bo aramî, serxwebûn û serweriya Iraqê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dubare dike.’’

Pustên heman beş