Li Semsûrê polîsekî 2 hevalên xwe kuştin

Li Semsûrê polîsekî 2 hevalên xwe kuştin

Li Semsûrê polîsekî gule reşand polîsên din yê ku di binkeyê de erk dikrin. Di bûyerê de berpirsê bikeyê û berpirsê tîman jiyana xwe ji dest dan.

Li binkeya Altinşehîr a polîs ya li bajarê Semsûr a Bakûrê Kurdistanê, polîsê erkdar S.U.Ş, çû navenda polîs, berpirsê navenda polîs Kamuran Û’ û berpirsê tîmên şûbeya asayîşê Gokhan O bi dabancê giran bîrindar kir.

Polîsê êrîşkar ji aliyê memûrên polîs yên li binkeyê ve hat birîndar kirin û hejmareke zêde ya tîmên polîs û tendurustiyê çûn cîhê bûyerê.

Polîsên ku midaxileya wan ya destpêkê li cîhê bûyerê hat kirin, ji bo nexwaşxaneya perwede û lêkolînê ya Semsûrê û nexwaşxaneya taybet hatin rakirin. Berpirsê binkeyê Kamuran Û. û berpirsê tîman Goghan O. rexmê hemû midaxileyan nehatin rizgar kirin. Herwaha hat diyarkirin, polîsê êrîşkar yê birîndar jî li nexwaşxaneyê tê dermankirin.

Pustên heman beş