Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” Sîlvaya biçûk revand

Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” Sîlvaya biçûk revand

Endamên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK’ê”, keçeke temen biçûk ji herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê revand.

Li gor agahiyan endamên rêxistinê zaroka bi navê Sîlva Osman Xilo, 16 salî, ji gundê Aqîba yê navçeya Şêrawa ku di bin kontrola hevbeş a Yekîneyên Parastina Gel yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk û hêzên rejîma Sûriyê deye, revand.

Sîlvaya biçûk ji gundê Meydankî yê Efrînê ye, di 1 Çileya 2009 de ji dayik bûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.

Pustên heman beş