Artêşa Tirkiyê 6 çekdarên PKKê kuştin

Xakurk-pkk-net

Artêşa Tirkiyê di du êrîşan de ku li Başûrê û Rojava Kurdistanê encam da ne, 6 çekdarên rêxistina PKKê kuştin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja yekşemî 28/4/2024ê ragehand, li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê, 2 çekdarên PKKê, û li Rojava Kurdistanê jî 4 çekdar ji duh ve hatine kuştin.

Di parvekirina wezaretê de hat destnîşankirin, têkoşîna li dijî terorê bi awayekî bi bandor û bi biryardarî didome.

Dawî car artêşa Tirkiyê roja şemî 20/4/2024ê 3 çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê û roja çarşemî 24\4\2024ê 4 çekdarên YPGê li Rojava Kurdistanê kuştibûn.

Pustên heman beş