Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî li Reqqayê direvînin

Çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" zarokekî li Reqqayê direvînin

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK’ê”, li bajarê Reqqayê, zarokekî temen biçûk ku eslê xwe ji Kobanê ye bi armanca çekdarkirina wî di nava refên xwe de revand.

Li gorî çavkaniyên herêmî rêxistina Ciwanên Şoreşger zarokê bi navê Amed Mihemed Xelîl (14 salî) ku navê dayika wî Feryale dema ku diçû firoşgehekê revand, Amed Mihemed ji gundê Kalta yê başûrê Kobanê ye.

Tê zanîn fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan re, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.

 

Pustên heman beş