Li Pirdê dirûna genim li cotkarên kurd hate qedexe kirin

Li Pirdê dirûna genim li cotkarên kurd hate qedexe kirin

Li ser fermana fermandariya leşkerî ya sepandî ya sînorê bajarokê Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, dirûna genim li cotkarên kurd hate qedexe kirin.

Li gor zanyariyên berdest ew du cotkarên duh di dema dirûna berhemên xwe yên li gundê Gelozî ya ser bi bajarokê Pirdê hatin girtin û dê wan bidin dadgehê.

Hat zanîn dirûna genim û ceh li sînorê Pirdê bi biryara fermandariya leşkerî ya sepandî ya sînorê Kerkûkê bê ku ti sedemek bê diyarkirin hatiye qedexe kirin.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê, proseya erebkirinê li Kerkûkê destpêkir û di vê çarçoveyê de her carê li navçeyekî sînorê parêzgeha Kerkûkê li ser zeviyên çandiniyê rêgirî li cotkarên kurd tê kirin.

Pustên heman beş