Balafirên Tirkiyê 15 çekdarên PKKê li Xwakurkê kuştin

pkk-xakurk-net

Balafirên şer yên dewleta Tirk 15 çekdarên rêxistina PKKê li devera Xwakurkê ya li Başûrê Kurdistanê kuştin, PKKê ti agahî derbarê vê wendahîya xwe ne da ne.

Ajansa Anadolu duh roja duşemî 29\4\2024ê belav kir ku di operasyonên vê hefteya dawîn da li herêma Xwakurkê ya li l Başûrê Kurdistanê, 15 çekdarên PKKê yên ku amadekariya êrîşê dikirin hatin armanc girtin.

Destnîşa kir, MÎTê koma çekdaran tesbît kir ku amadekarî dikirin êrîşî yekîneyên hêzên çekdarên Tirk û qereqolên li ser sînor bikin.

Li ser vê yekê di wan operasyonên ku hefteya dawîn da hatin kirin, 15 çekdar hatin kuştin ku di navê da di asta rêveberan da jî hene.

Pustên heman beş