Meha borî 37 kolber li sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî

Kolber-April

Li gorî amarên Rêxistina Mafê Mirovan “Hengaw”, tenê di meha Nîsana borî de 37 kolberên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî bûne qurbanî ku piraniya wan bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatibûn armanckirin.

Li gorî wê Hengawê, di meha borî de 4 kolber hatin kuştin û 33 kolberên din jî birîndar bûne, ji wan 2 kolberên 16 salî û yek jî 17 salî bûn.

Di raporê de hat gotin: “Mehrdad Ebdullazade ji Serdeştê, Omêd Seîdî ji Sineyê, Seywan Dest Afken ji Merîwanê û Şiwane Ehmedpûr ji Banê di meha Nîsanê de ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin kuştin.”

Amaje bi wê hate kirin, qurbanî herî zêde li deverên sînorî yên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatine tomarkirin, ku 20 kes lê bûne qurbanî.

Li gorî raporê, di meha Adara îsal de jî, 54 kolber li navçeyên sînorî yên başûr û rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin yan birîndarkirin.

Hejmarek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, bi rêyên dijwar û çiyayî, têne ser sînorên Herêma Kurdistanê û karê veguhestina kelûpelan dikin, lê belê salane hejmarek ji wan bi guleyên hêzên Supaya Pasdaran a Îranê tên kuştin û birîndarkirin

Pustên heman beş