Li Heftenînê, Gare û Xwakurkê 32 çekdarên PKKê hatin kuştin

pkk-32-info

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragehand, bi êrîşên asmanî 32 çekdarên PKKê li herêmên Heftenînê, çiyayên Gare û Xwakurkê hatine kuştin.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk duh roja înî 3/5/2024ê belav kir, liv û tevgerên PKKê li herêmên Heftenînê, Gare û Xwakurkê bi êrîşên asmanî hatin armanc girtin û di encamê de 32 çekdarên rêxistinê ketine ber êrîşan.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê di daxuyanya ragehandina zirarên PKKê yên van êrîşan de tenê got ku ev êrîş di çarçûveya operasyona “Pence – Kilîdê” hatine encam dayîn û aşkere nekir ka li çi demekê ev êrîş pêkhatine.

Rêxistina PKKê ti daxuyanî derbarê vê wendahîya xwe nedan e.

Pustên heman beş