Kuştina Hawkar Caf bûyereke ku divê ji bo gelê Herêma Kurdistanê ji gelek aliyan ve bê nirxandin û divê qet neyê asayîkirin. Ew buyer bi şêwazê xwe, lûtkeya bûyera ye. Tê de taybetmendiyên herî qirêj ên civaka Kurd hene: xiyanet, bêbextî û dijminatiya hevdu.
Ji nûve dîzaykirina YNK’ê
Bûyerên ku di sala 2020’an de dest pê kirin û wekî bûyerên Tîrmehê tên zanîn, ji Hawkar Caf bigire heta gelek kesên din jiyana xwe ji dest dan. Eger em hinekî din vegerin paş, piştî sala 2012’an di nav YNK’ê de pêvajoyeke cuda dest pê kir. Piştî wê dîrokê, bi nexweşiya Mam Celal re, YNK’ê dest bi windakirina hevdengîya xwe ya rêxistinî kir û Îranê dest bi afirandina grûpeke serokatiyê ji bo YNK’ê kir. Ew ên ku cîhana siyasetê ji nêzîk ve dişopînin baş dizanin ku piştî sala 2012’an, Îranê li hember îhtîmala ku YNK’eya bê Mam Celal dê belav bibe, dest bi tevgerê kir. Îranê bi pêşbîniya ku YNK’eyek lawaz dê rê veke ji bo KDP’eyeke mezin û zêdekirina bandora wê li Silêmaniyê, loma jî dest bi sazkirina nû ya YNK’ê kir. Ji aliyekî din ve jî hewl da ku PKK bîne herêmê û li vir eniyeke dijî KDP’ê ava bike. Di vê demê de pêşî Lahor Cengî bû navek ku derket pêş.
Malbata Îbrahîm Ehmed, ku xwezûrê Celal Talabanî ye jî, ev rewş qebûl nekir û pêvajoya tasfiyekirina Lahor Cengî dest pê kir. Pêvajoyeke gelek hov û bêrehm hat jiyîn. Lahor Cengî û derdora wî ya nêzîk ji partiyê hatin avêtin. Ev pêvajoya yek-kesî ya YNK’ê li cem gelek kadroyên YNK’ê nerazîbûn çêkir û veqetîn ji rêxistinê dest pê kir. Hawkar Caf yek ji wan bû.
Hawkar Caf 41 salî bû, tam 20 salan di asta bilind de xizmet ji YNK’ê re kiribû. Wî di îstîxbarata YNK’ê Zanyarî de kar dikir. Di vê dema pevçûnan de ji YNK û Silêmaniyê veqetiya û li Hewlêrê bi cih bû. Dema ku du keçên wî yên biçûk di erebê de bûn, ereba wî hate teqandin.
Asayîşa Hewlêrê kesên ku ereba Hawkar Caf teqandibûn girtin. Yên ku hatin girtin gotin ku wan ferman ji Wahap Helebçeyî girtine ku hê jî fermandarê hêzên îstîxbarat û anti-terorê ya YNK’ê ye. Her du kujeran cezayê girtîgeha heta hetayî(mûebbet) girtin. YNK li hember vê rewşê protestoyek kir û heta ji hikûmetê jî vekişiya.
Ji ber ku eger rêveberiya Hewlêrê li hember kuştina Hawkar Caf helwest negirta, kuştin da zêdetir bibin. Teşhîrkirina kujeran û biryara dadgehê YNK rawestand. Eger na, nêçîra muxalifan a di nav YNK’ê de dê berdewam bikira.
YNK gelek hewl da ku Wahap Helebçeyî paqij bike. Hewl dan ku Wehap Helepçeyî bişînin Rojava û wî wek welatparêz nîşan bidin. Wan tatbîqatên sexte pêk anîn û xwestin wêneyê pêşmergeyekî qehreman çêkin. Wehap Helepçeyî, yek ji mirovên sereke yên tîma Bafil Talabanî ye û ew, kujerek e. Niha ew ên ku bi çavên vekirî kujeran diparêzin, yên ku tenê ji ber ku ew muxalif e wesayîta ku zarok tê de ne diteqînin, di dema hilbijartinê de soz didin ku ew ê demokrasiyê bînin Kurdistanê. Yên ku hevalê xwe yê dozê dikujin, gelo heke ew werin ser hikûm dê çi bi serê xelkê nenas bînin. Bafil Talabanî û tîma wî di partiya xwe ya biçûk de jî nikarîbûne sîstemeke baş ava bikin. Di nav wan de tu saziyeke demokratîk nemaye. Mirovekî tenê mekanîzmaya darayî, asayîş û organên çapemeniyê yên YNK’ê bi xwe ve girêdaye. Yên ku serî li ber wî natewînin nikarin gavekê jî bavêjin nava van saziyan. YNK bi tevahî bûye sîstemeke dîktatorî. Sîstemeke wisa dîktatorî li gel jî tê sepandin. Hemû karsaz hatine girêdan bi bacê ve, yên ku ne endamên YNK’ê ne nikarin li Silêmaniyê cihekî kar vekin. Hemû dahatên Silêmaniyê tên talan kirin.
Digel vê tabloya tirsinak, Bafil Talabanî di mitînga hilbijartinê de dibêje ku ew dixwaze Kurdistanê veguherîne sîstemeke modern û demokratîk.
Duh li Silêmaniyê gel li hin deveran wêneyê Hawkar Caf daliqandibû. Birayê wî Mihemed Caf got: “Em ê nehêlin ku ev dosye were girtin, eger pêwîst be em ê vê mijarê bibin dadgeha navneteweyî û Bafil Talabanî û tîma wî teşhîr bikin.” Gelek alî dibêjin ku gel dê di sindoqan de bersiva herî baş bide sîstema Bafil Talabanî.