Welatiyekî gundê Qumriyê yê devera Berwarî Bala, îro di topbarana Tirkiyê de şehîd ket, êrîş li aqarê gundê Hirorê pêkhatiye.
Îro roja çarşemî 4\12\2024ê welatiyekî gundê Qumriyê yê bi navê Sebah Ebdulsetar ku temen 45 salî ye, di êrîşeke artêşa Tirkiyê de li aqarê gundê Hirorê şehîd ket.
Artêşa Tirkiyê di teqîba liv û tevgerên PKKê de, rojane gundên devera Berwarî Bala topbaran dikin, sedema êrîşan eve ku rêxistina PKKê tevgera xwe xistiye di nava gundan de.