Çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê ketin bajarê Hemayê û artêşa Sûriyeyê jî ji nava bajêr vedikişe.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê îro 5ê Berçile, piştî şer û pevçûnên giran bi hêzên rêjîma Sûriyeyê re, karîn ji gelek aliyan ve bikevin nava bajarê Hemayê.
Ji aliyekî din ve, artêşa Sûriyeyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêzên me yên çekdar şer û pevçûnên giran ji bo şikandin û têkbirina êrîşên tund û li dû hev ên rêxistinên terorîstî li ser bajarê Hemayê kirin.
Artêşa Sûriyeyê got jî, di çend demjimêrên borî de, bi dijwarbûna şer û pevçûnên bi komên terorîst re û zêdebûna hejmara kuştiyan di nava refên hêzên wan de, van koman karîn derbasî gelek taxên bajêr bibin.
Herwiha diyar kir, ji bo parastina jiyana sivîlên bajarê Hemayê û tevlînekirina wan di şerên di nava bajaran de, yekîneyên wan ên leşkerî yên ji nava bajarê derketin û li derveyî bajar bicih bûn.
Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê tekez dike, ew ê berdewam be ji bo derxistina wan deveran ji destê rêxistinên terorê.
Kontrolkirina bajarê Hemayê piştî wê yekê tê, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê roja 30î Mijdara borî bajarê Helebê û xistibûn bin kontrola xwe, piştre jî berê xwe dabûn Hemayê û di çend rojên borî gelek gund û bajarokên bakurê wê parêzgehê ji destê artêşa Sûriyeyê kontrol kiribûn.
Bajarê Hemayê li navenda Sûriyeyê li ser çemê Asî ye û 213 k.m li bakurê Şamê ye. Hema ji aliyê rûniştvanan ve piştî Şam, Heleb û Humsê di rêza çaremîn de ye. Di sala 1982 de, Îxwan Mislimîn li Hemayê dijî desthilata Beis derketin, artêşa Sûriyeyê jî ket Hemayê û zêdetir ji 30 hezar rûniştvanên bajêr hatin kuştin.