Komên çekdar HSDê bi xiyaneta şoreşê û piştgiriya Beşar Esed tawanbar dike

Mibic-Komên çekdar

Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ragihand ku ew dê êrişî bajarê Minbicê yê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dikin. Komên çekdar HSDê bi xiyaneta şoreşê û piştgiriya Beşar Esed tawanbar dike

Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike roja înê li gelek cihan hewl da êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin.

Komên çekdar îdia kir ku wan gundekî başûrê Minbicê kontrol kiriye lê HSDyê ev yek piştrast nekir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di bersivdayina hêzên wan de gelek çekdar hatin kuştin.

Meclisa her wiha da zanîn ku 3 şervanên wan canê xwe ji dest daye û diyar kir ku wan hewldaneke derbasbûna gundê Til Eswedê yê komên çekdar şikandiye.

Çend roj piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dest bi êrişa li dijî herêmên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de kir, komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li dijî herêmên ku HSD kontrol dike dest bi operasyonekê kir.

Koman heta niha gelek caran êrişî herêmên di bin kontrola HSDyê de kiriye lê di heman demê de HTŞ û HSD li hev kiriye ku bi hev re şer nekin.

Koma çekdar a bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi “îxaneta şoreşê” û piştgiriya hikûmeta Beşar Esed tawanbar dike.

Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bangî xelkê Minbicê kir ku xwe ji çeper û navendên leşkerî yên HSDyê dûr bixin.

Li aliyê din, medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihand ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar 11 gundên Minbicê bi çekên giran kirine armanc.

Pustên heman beş