Hikûmeta Sûriyeyê ji Dera û Siweydayê vekişiya

Deraa-htsh

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku hêzên artêşa Sûriyeyê ji bajarên Dera û Siweydayê vekişiyane.

Piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê operasyoneke berfireh da destpêkirin û Heleb kontrol kir û Hikûmeta Sûriyeyê ji çend bajarên din jî vekişiya bipêşveçûna komên çekdar bileztir bûye.

HTŞyê diyar kir bi mercê bi awayekî ewle derkevin serkirdeyên Hikûmeta Sûriyê tevahiya navçeyên parêzgeha Derayê radestî wan kiriye û artêşa Sûriyeyê ji wê parêzgehê vekişiyaye.

Li parêzgeha Siweydayê yê li başûrê Sûriyeyê, komên çekdar dest danî ser baregehên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê piştî van rûdanan berê xwe da Humsê û li navenda bajêr jî êriş û pevçûnan dest pê kir

Pustên heman beş