Nêzî 2 hezar leşkerên Sûrî derbasî Iraqê bûne

Nêzî 2 hezar leşkerên Sûrî derbasî Iraqê bûne

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ragihand, nêzîkî 2 hezar leşkerên Sûriyeyê derbasî Iraqê bûne.

Ewadî îro 7ê Berçile ji K24ê re got, bi hemahengiya û di çarçoveya rêkeftina bi hikûmeta Sûriyeyê re, artêşa Iraqê li ser sînorê Iraq û Sûriyê pêşwazî li nêzîkî 2 hezar leşkerên Sûrî kir.

Diyar kir jî, ew 2 hezar leşkerên Sûrî bi razemendiya xwe û hemû kelûpelên xwe yên leşkerî derbasî Îraqê bûne.

Her îro jî jêderên Iraqî ragihandin, artêşa Sûriyeyê ewlehiya deriyê Qaimê radestî artêşa Iraqê kiriye û ji wî derî derketine.

Pustên heman beş