Teşkîlata îstixbarata neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT)ê Murvet Gulsevera bi kod navê “Jiyan Herdem” ku yek ji berpirsyarên PKK’ê bûye li Silêmaniyê kuşt.
Li gor agahiyên di medyaya Tirkiyeyê de hatîn parvekirin, Gulsever di sala 1992an da tevlî refên PKK’ê bûye û têkiliyên bihêz bi birêvebirên payebilindên PKK’ê re hebûne.
Çavkaniyên medyayî didin eşkere kirin, Gulsever li herêma Pêncewînê ya ser bi bajarê Silêmaniyê çalakî dikir, piştî ku cihê wê ji aliyê Mîtê ve hatiye tesbîtkirin, Mîtê dest bi operasyonê kir û li bajarê Silêmaniyê Gulsever kuşt.
Medyaya Tirkiyeyê her wiha eşkere kiriye, Gulseverê li Çolwarê Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê çalakiyên çekdarî kirine û li Sûriyeyê li ba Abdulla Ocalan perwerdeya çekdarî û îdeolojîk dîtiye.
Ev di demekî de ye ku pêş 7 rojan, anku di 30/11/2024an de çapemeniya PKK’ê kuştina vê berpirsa xwe eşkere kiribû, û ragihandibû ew di 30î Mijdara sala 2023 de hatiye kuştin.