Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî El-Celalî got, ew li mala xwe dimîne û ew amade ye ku piştgiriyê bide domandina birêvebirina karûbarên dewletê.
Celalî girtevîdyoyek li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir û tê de got: “Ev welat dikare bibe welatekî asayî ku bi cîranên xwe û bi cîhanê re têkiliyên baş çêbike, Lê ev yek girêdayî gelê Sûriyeyê ye ku kîjan serkirdayetiya dixwaze. Em amade ne ku bi hemû derfetên xwe bi wan re hevkariyê bikin.”
Serokwezîrê Sûriyeyê got jî: “Em ê bi her serkirdayetiyekê ku gelê Sûriyeyê bixwaze re hevkariyê bikin û emê hemû dosyayên hikûmetê veguhêzin wê.”
Celalî tekez kir jî, “divê hemû saziyên dewleta Sûriyeyê bên parastin, ji ber ku ew milkên giştî ne.”
Herwiha got: “Hêvîdar im ku her kes bi aqilane birame. Em destê xwe dirêjî opozîsyona ku destê xwe dirêjî kirine jî dikin û tekez kirin ku ew ê êrîşî tu kesên vî welatê Sûriyeyê nekin.”
Ev yek piştî wê tê, hêzên çekdarên opozîsyonê îro 8ê Berçile derbasî nava Şamê bûn û artêşa Sûriyeyê û hêzên ewlekariyê xwe ji cih û baregehên xwe vekişandin.
Derbarê çarenivîsa Beşar Esed de jî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Esed bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Şamê ji Sûriyeyê derket, berî ku artêş û hêzên ewlehiyê ji firokxaneyê vekişin.