Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) radigihîne, “Em banga avakirina welatekî nû li ser bingehên demokrasî, diyalog, dûrî dûrxistin û perawîzxistinê dikin, ku nexşeyarêya ji bo pêkanîna dadperwerî û wekheviyê di navbera hemûyan de nîşan bide.”
Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl îro 8ê Berçile di daxuyaniyekê de azadî û bidawîhatina serdema rêjîma Beşar Esed li gelê Sûriyeyê pîroz kir û got: “Azadî û bidawîhatina serdema zilmê pîroz be.”
Mihemed Îsmaîl got: “Her tiştê ku em dikin, divê giyanê têkoşîna azadî, rûmet û bidestxistina mafan nîşan bide û herwiha girîngiya yekrêziya niştimanî di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî de di qonaxa piştî rûxana stemkariyê de, diyar bike.”
Sekreterê PDK-Sê dibêje: “Em banga avakirina welatekî nû li ser bingehên demokrasî û diyalogê, dûrî dûrxistin û perawîzxistinê dikin, ku nexşeyarêya ji bo pêkanîna dadperwerî û wekheviyê di navbera hemûyan de nîşan bide.”
Herwiha got: “Berbanga azadiyê hilhat, ta ku bibe destpêka meşeke hevpar, ku her kes tê de hevkariyê ji bo derbaskirina nakokiyên berê û avakirina pêşerojeke aştiyane û aram, bike.”
Mihemed Îsmaîl got jî: “Têkoşîna me di warê siyasî û dîplomatîk de, li kêleka xwişk û birayên me yên Sûrî, ji bo rakirina bêdadiyê ji ser gelê Sûriyeyê, bi taybetî gelê me yê kurd ê ku rastî neheqî û zilmê hatiye, dest pê kir.”