Israîl careke din ji sînorê Sûriyeyê derbaz dibe û bingehên ewlehiyê yên Dîmeşqê bombebaran dike.
Li gor ajansa France Pressê û Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, êvara duh (Yekşem, 8.12.2024) ji ber bombebarankirina Sûriyeyê ji aliyê Israîlê ve, agir berbû bingehên ewlehiyê yên Dîmeşqê.
Herwesa artêşa Israîlê qedexeya hatin û çûnê li ser şêniyên pênc bajarkan sepand, ku dikevin başûrê Sûriyeyê. Ew bajark ku li astê bilindahiyên Colanê ne ev in; Quneytere, Ufaniye, Elhemdiye, Hemdaniyeya Rojava û Qehtaniye.
Israîlê li sala 1967ê ew bajark dagir kiribûn, lê li dû lihevkirina sala 1974ê xwe jê vekêşabû. Niha careke din Israîl zêdetirî 14 kîlometran çûye nav axa Sûriyeyê.
Ev biryar piştî demeke kêm ji gotinên Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu yên duhî (Yekşem, 08.12.2024) hat, ku ragehand lihevkirina bi Sûriyeyê re ya sala 1974ê li ser Colanê bidawî hat, ji ber ku Rijêma Esed herifî; wî ferman li artêşê kir ku “destê xwe dane ser wan deveran”.