Îro 09.12.2024ê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, ku grubên çekdar ên nêzîk Tirkiyê bajarê Minbic kontrol kirine.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan beyanameyek belav kir û ragehand: ‘’Şerekî giran di navbera grubên çekdar ên nêzîk Tirkiyê û encûmena leşkerî ya Minbicê de pêkhatin û ji ber wî şerî 15 çekdarên wan grubên ser bi Tirkiyê û 35 çekdarên encûmena leşkerî ya Minbicê û hêzên asayîşa navxwe ya bajar hatine kuştin.
Hat ragehandin, encamê de grubên çekdar ên nêzîk Tirkiyê bajarê Minbicê kontrol kirin û tenê çend xaleke leşkerî yên derdora Minbicê di bin kontrola encûmena leşkerî ya Minbicê de mane.