Droneke Tirkiyeyê 11 gundî li derdora Reqeyê kuştin

Droneke Tirkiyeyê 11 gundî li derdora Reqeyê kuştin

Droneke Tirkiyeyê malekê li gundê Misterîheyê li derdora Eyn Îsayê li bakurê Reqeyê bombebaran dike, di encamê de jî 11 gundî li derdora Reqeyê hatine kuştin.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan li ser malpera xwe ya fermî ragehandiye, “Ji encamê bombebarankirina malekê li gundê Misterîheyê li derdora Eyn Îsayê li bakurê Reqeyê ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve, 11 gundî hatin kuştin ku tevaya wan endamên yek malbatê ne û şeş ji wan jî zarok in.

Eyn Îsa dikeve devera bin desthilata hêzên HSDê. Li dû ragehandina Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, ji destpêka îsal ve balafirên girêdayî hêzên asmanî yên Tirkiyeyê 191 êrîş kirine ser deverên li bin Desthilata Xweser û di encamê de, hejmara wan kesên sivîl ên ku bi bombebarana balafirên Tirkiyeyê hatine kuştin gehiştiye 55 kesan.

Pustên heman beş