Li Eyn Îsayê komkujî: Dewleta Tirk 12 kes ji yêk malbatê kuştin

Eyn-Isa-Turkey-Kurd-Raqqa-Net

Bi êrîşa asmanya ku dewleta Tirk li gundekî bajarê Eyn Îsayê encam daye, 12 sivîlan jiyana xwe ji dest da piranî jê jin û zarok in û hemû ji yêk malbatê ne.

Li gorî ajansa ANHAyê duh bi şev li saet 23:00 Balafirên bêmirov yên dewleta Tirk êrîşî gundê El Mustareha yê li Rojavayê bajarê Eyn Îsayê kiriye, 12 sivîl piranî jê jin û zarok jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku cihê hatiye bombebaran kirin malên welatiyan e û di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene, hatine qetilkirin.

Navên kesên hatine qetilkirin wiha ne:

Îbrahîm El Îdo, Ruqeya Mihemed, Kewser El Îdo, Loma El Îdo, Ebdulqadir El Îdo, Mihemed Mistefa El Îdo, Tirkiye El Îdo, Fewziya El Îdo, Neda Mistefa El Îdo, Fitêm Hebeş El Îdo, Îsmaîl Mehmûd El Îdo, Zemenzem Mistefa El Îdo.

Pustên heman beş