Li bajarê Ispartayê yê Tirkiyeyê helîkoptereke leşkerî ket û 6 leşker mirin.
Helîkopter li navçeya Keçîborluyê ya Ispartayê ketiye.
Parêzgarê Ispartayê Abdullah Emîn ragihandibû ku 5 leşkerên di helîkopterê de mirine.
Li gorî agahiya ku ku Abdullah Emîn daye, Fermandarê Dibistana Hewavaniyê Îsa Baydîllî jî di qezayê de miriye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî diyar kir ku hejmara leşkerên mirî bûye 6.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, leşkerekî birîndar li nexweşxaneyê miriye.