3 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) di êrişa asmanî ya Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da.
Li gorî Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêvebiriya Xweser, droneke Tirkiyeyê xaleke wan a li Kobaniye kiriye armanc.
Di encama wê êrişê de 3 endamên Asayîşê canê xwe ji dest da.
Her wiha li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Navxwe doh di encama êrişên Tirkiyeyê de li Kobanî, Eyn Îsa û Til Temerê gelek sivîl bûne qurbanî.
Rêveberiya Xweser jî da zanîn ku di wan êrişan de 15 sivîlan canê xwe ji dest daye.