Li gorî medyaya xwecihî, komên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ji şeva borî ve çend caran êrişî bendava Tişrînê ya di navbera Minbic û Kobanê de kirine û di navbera wan de şerekî giran heye.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji şeva borî ve bersiva çend êrişên komên çekdar dan.
Li gorî medyaya xwecihî, “Li sînorê bendavê şer û pevçûnên dijwar didomin û çekdarên HSD hejmarek otomobîlên leşkerî rûxandin.
Medyaya Rêveberiya Xweser ragihand ku di şer û pevçûnan de “hejmarek ji çekdarên” komên çekdar hatin kuştin û pevçûn berdewam dikin.
Bendava Tişrînê dikeve navbera Minbic û Kobanê û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.