Piştî nemana desthilata Beşar Esed, gefên Serokkomarê Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.
Hevdem li gel gefên Erdogan, êrişên artêşa Tirkiyeyê jî li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên di bin kontrola HSDyê de ne berdewam dikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:
“Di demeke kurt de li beşên din ên Sûriyeyê jî serê rêxistinên wekî DAIŞ û PKK/PYDyê jî dê bê herişandin.
Bi vî awayî jî dê yekrêzî û yekîtiya Sûriyeyê li seranserê welat bê bihêzkirin.”
Li aliyê din, êrişên artêşa Tirkiyeyê jî li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDyê de ne berdewam in.
Herî dawî doh û pêr di êrişên artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ku Enqere piştevaniya wan dike de li du gundên Eyn Îsayê û gundekî Kobaniyê 22 kes hatin kuştin.
Roja duşemê jî artêşa Tirkiyeyê çend êriş li Qamişloyê pêk anîn.
Rayedarên Tirkiyeyê îdia kir ku MÎTê operasyon kiriye û di êrişê de 12 barhilgirên ku çekên giran, mûşek û cebilxane tê de bûn, li gel 2 tank û du depoyên cebilxaneyan ên ji desthilata Esed ketibûn destê YPGyê hatine têkbirin.