Li rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û siyaseta PKKê red bikin

Li rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û siyaseta PKKê red bikin

Kurd û taybetî aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê li himber berpirsiyariyek dîrokî ne. Siyaseta PKKê ne li herêma Kurdistana rojava, lê li deverên wek Dêrezorê û cihên din ku ne Kurdistanê şer dike û hewldide li berxwe bide. Lê ev yek dibe sedemê têkçûna HSDê û bi dehan şervanên kurd bi uxira ne tiştekî de jiyana xwe ji dest didin.

Gerek bê zanîn ku, her aliyek yan dezgehê ku, stûyê xwe ji siyaseta PKKê re bitewîne dê li himber kuştin û talankirina kurda berpirsiyar be. PKK behsa çeteyên çekdarên Tirkiye ve girêdayî dike û di medya xwe de banga pişgiryan dike. Her roj xwepêşedanekî li welatên Ewropa û herêmên di bin deste xwe de xwepêşandana dike. Ev propagandeyek valeye. PKK li gel dezgehên dewleta tirk di nava hemahengiyekî de ye. Ji aliyekî vê yeke dike ji aliyek din ne li ber tiştekî de bere zarokên xelkê dide kuştinê.

Gelo sibehî serokê PKKê, Ocalan li gora daxwaziya dewletê bangekî bike, dê rewş çewebe? Dê hingê jî PKK behsa dewleta Tirk bike? Bawer bikin dê ew bi xwe dewsa van çeteyên behsa wan dikin bigrin û teröre li dijê Kurdan pêkbînin.

Veca ya rast ewe ku, li rojavayê Kurdistanê hêzên girêdayî HSD/YPG bi biryarek radikal xwe ji hemû deverên ku, ne Kurdistane vekişin û PYD banga yekitiyek nav mala kurd bike. Bila ENKS û PYD yekitiya xwe ya siyasî ragihînin û YPG û Pêşmergeyên Roj bibin yekdest û xaka Kurdistanê biparêzin. Dê hingê cihan û dewletên wek Amerika û hemû beşên Kurdistanî bi germî pişgiriya wan bikin û wê serbikevin. Dê hingê li rojavayê Kurdistanê bibin xwedê stûyek Kurdistanî û di bin siha Ala Kurdistanê de xaka xwe biparêzin.

Ji vê pêve tu rê li pêşiya kurdên rojavayê Kurdistanî tüneye.  Ev yek ne tene ji bo rojavayê Kurdistanê herweha ji bo hemû beşên Kurdistanê gelekî girîng e.

Eger PYD vê berpirsiyariya dîrokî pêkneyne , dê di taritiya siyaseta PKKê de vemire û bibe sedemê têkçûna tevgera azadixwaz li rojavayê Kurdistanê. Ev rewşa ku îro destdayî ji bo rojavayê Kurdistanê firsendek zêrîne. Eger ev firsend neye bi karanin dê rojên xirabtir li pêşiya kurdên rojavayê Kurdistanê bin.

Her aliyek siyasî, kurdek niştimanperwer gerek yekitiya nav mala kurd li rojavayê Kurdistanê biparêze û di vê derbarê de bang li PYDê bikin. Red kirina siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê azadiya herêma Kurdistana Rojava li gel xwe tîne.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş