Derewa PKK’ê ya ku deriyê Sêmalka yê sînorî girtiye…

Derewa PKK’ê ya ku deriyê Sêmalka yê sînorî girtiye...

Têkçûna 61 salî ya Rejîma Esed bûye yek ji mijarên sereke yên rojeva cîhanê. Di wê demê de ku Kurdan diviya bi aqilê selîm tevbigeriyan, lê PKK’e û medyaya wê hê jî dixebitin ku tuvê nîfaqê di navbera Kurdan de biçînin.

Medyaya PKK’ê û hin saziyên YNK’ê yên li Başûr dixebitin bi weşandina xeberên derbarê girtina dergehê Sêmalka qaşo di gel hilweşîna rejîma Esed ve girtîye, bi vî awayî hewl didin Kurdan provoke bikin.

Dergehê Sêmalka vekirî ye û karê xwe dimeşîne

Dergehê Sêmalka li Pêşxabur ê Başûrê Kurdistanê û bi aliyê Rojava ve tê naskirin, girêdaneke girîng a her du parçeyên Kurdistanê ye. Medyaya PKK’ê di çar rojên dawî de xeberên ku dergehê Sêmalka girtî ye belav dike.

Piştî van xebera ku bûne sedema berteka, Darka Mazî lêkolînek pêk anî. Encam nîşan da ku dergehê Sêmalka girtî nîne û di karê rojane de ye.

Çavkaniyên Darka Mazî gotin: “Dergehê me her wekî berê kar dike, û bi dest pêkirina bûyerên Helebê, hatin û çûna mirovan, xwirak û bijîşkî zêdetir bûye ji her demê.”

Çavkanî got: “Me nîyet tune ku dergehê bigirin. Heta niha jî ji aliyê me ve problem derneket. Lê PYD’ê dergehê ji bo armancên siyasî bikar anî, wan xwe dergeh girt yan jî bi hinek reftaran dixwest dergeh bê girtin.”

Rêveberiya PKK û PYD’ê berê jî gelek kampanyayên êrîşî li ser dergehê Sêmalka li dijî Herêma Kurdistanê kiribûn. Di 15 ê Kanûna 2021 ê de, çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ciwanên Ereb kêşabûn dergehî û molotov bi wan dabûn avêtin.

Derewa Sêmalka ya hevbeş a YNK û PKK…

Medyaya PKK’ê bi berdewamî nûçeyên derew wekî girtina derî dide Kurdan li dijî hev provoke dike. Ji bo xurtkirina vê îdîayê bi YNK’ê re hevpar tevdigerin. Hin kes û sazî hewl didin nûçeyên derew ên medyaya PKK’ê bi YNK’ê bide gotin ku “Divê Herêma Kurdistanê deriyê sînorî yê Sêmalka veke.”

Hevkariya wan a di vê mijarê de nîşaneyeke hevpar e ku PKK bi rojeva xwe ya li ser Rojava hewl dide kurdan bi kîn û nefreta li hemberî Herêma Kurdistanê teşwîq bike. Ew ê ne xelet be ku mirov pêşbînî bike ku dê di pêşerojê de jî berdewam bike. Ji ber ku PKK’ê stratejiya xwe ji bo ku Rojava bike qadeke xwe ya rantê pêşxistiye.

PKK êrîşî hêviyên Kurdan ên “tifaqa navbera Kurdan li Rojava” dike.

Di van 13 salên borî de PKK’ê Rojava weke qadeke xwe ya qazancê bi rêxistin kir û bi Îranê re Rojava dagir kir. Bi pêvajoya pêşketina li Sûriyeyê re, Kurd li bendê ne ku pêkhateyên Kurd ên li Rojava bi hev re tevbigerin. PKK bi gotina “PDK û hikûmeta Kurdistanê tifaqa Tirkan in, dijminên destkeftiyên Rojava ne” dixwaze vê hêviyên gel bi dawî bike. Ji ber vê rastîya PKK’ê ne şaş e ku mirov li bendê be ku ew ê di pêşerojê de êrîşên bi vî rengî bike.

Her wiha çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bi pêşketina rewşa şer re dibe ku gelê Rojava pêleke mezin a koçberiyê bijî û dibe ku rêveberiya PYD ê derî bigire da ku bikare gel rawestîne.

Pustên heman beş