8 welat ji nû ve dest bi karên xwe yên dîplomatîk li Şamê dikin

8 welat ji nû ve dest bi karên xwe yên dîplomatîk li Şamê dikin

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê spasiya xwe ji 8 welatan re nîşan da, ku ji nû ve dest bi karûbarên xwe yên dîplomatîk li Şamê kirine.

Wezareta Ragiandinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê îro 12ê Berçile di daxuyaniyekê spasiya Misir, Iraq, Siûdiye, Îmarata Erebî, Urdin, Behreyn, Oman û Îtalyayê kir, ji ber ku ji nû ve dest bi karûbarên xwe yên dîplomatîk li Sûriyeyê kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Em careke din tekez dikin ku Qeter û Tirkiye dê rasterast balyozxaneyên xwe li Sûriyeyê vekin.”

Herwiha got: “Gelê Sûriyeyê vê piştevaniyê ji bîr nake û em hemû hêvî dikin ku bi hemû welatên ku rêzê li îradeya gel, serweriya dewleta Sûriyeyê û yekparçeyiya wê digirin, pêwendiyên baş deynin.”

Balyozxaneya Sûriyeyê li Bexdayê jî piştî du rojan ji rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8ê Berçileya 2024an de, ala nû ya Sûriyeyê bilind kiribû, wek nîşana guhertina dîmena siyasî li Sûriyeyê.

Çekdarên opozisyona Sûriyê roja 8ê Berçile gihîştin Şamê û bi dawîkirina desthilata Beşar Esed re, dawî li desthilata Partiya Beis li Sûriyê anîn. Fermandarê Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê Mihemed El-Beşîr ji bo birêvebirina hikûmeta veguhêz heta serê meha Adara 2025an erkdar kir.”

Pustên heman beş