Mazlûm Ebdî: Me operasyonên li dijî DAÎŞê rawestandin..!

Mazlûm Ebdî: Me operasyonên li dijî DAÎŞê rawestandin..!

Mazlûm Ebdî diyar kir ku tevî lihevkirina di navbera Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û DYAyê de pevçûn didomin, Mazlûm Ebdî ragihand ku ji ber êrîşan wan operasyonên li dijî DAIŞ’ê rawestandiye.

Ebdî ji Sky News re jî daxûyakirin ku, DAIŞ dest bi sûdwergirtina ji alozî û nakokiyên piştî rûxana Beşar Esed kir.

Mazlûm Ebdî got, “DAIŞ niha li biyabana Sûriyê bihêztir bûye. Ew berê xwe li deverên dûr vedişartibûn, lê niha azadiya wan zêdetir e, ji ber ku ti pirsgirêkên wan bi komên din re nînin û bi wan re nakevin nakokiyê. Li herêmên di bin kontrola me de jî çalakiyên wan zêde bûn. “Tenê çend roj berê sê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrîşeke DAIŞê de li Hesekê mirin,”

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî jî diyar kir ku ji ber gef û êrîşên komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, operasyonên li dijî DAIŞ’ê rawestandine.

Pustên heman beş