Çekdarên PYD’ê bi zorê çalakiya rûniştinêya dayikên zarokên revandî belav dikin

Çekdarên PYD’ê bi zorê çalakiya rûniştinêya dayikên zarokên revandî belav dikin

Dayikên zarokên biçûkên ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger”a ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve hatine revandin, danê sibê li ser pira Bendava Rojava ya li gundewarê Hesekê, li nêzî baregeha Amerîkî, li ser rêya Dirbêsiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Li gorî şahidan, jinên xwepêşander li ser pirê rûniştin, rêya giştî girtin û daxwaza vegerandina zarokên xwe kirin.

Şahidan amaje bi wê yekê kir ku ew rûniştin bi zorê, û di bin gefa girtina hemûyan de hat şikandin û ew neçar bûn wê rûniştina ku nêzîkî 15 deqîqeyan dom kir, bişkînin.

Pustên heman beş