Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) helwesta xwe ji rûxandina rejîma Beşar Esed nîşan dide û bang li lihevhatin û tifaqa aliyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê dike.
Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 12-12-2024an daxuyaniyek derbarê rûxandina rejîma Beşar Esed, rewşa niha ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de belav kir û piştigirîya ji bo her hewldaneke bo lihevhatin û tifaqa alîyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê kir.
Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:
Rûxandina Rejîma Beşar Esad a 61 yek salî, cîhê dilxweşîyê ye.
Rûxandina rejîmên dîktator, di rêya rûxandina dîktatorên din jî de hêvîyên me xurtir dikin.
Helbete ku rewşa ku piştî rûxandina Rejîma Esad derketîye holê, hîna ne dîyare dê ber bi ku ve biçe. Rewşa heyî, ji bo gelê me yê Rojavayê Kurdistanê jî ji bo hemû gelên Sûrîyeyê jî gelek rîsk û xeterîyan jî gelek firsendan jî di nava xwe de dihewîne.
Di rewşweke weha hesas de, hinek behs hene, tê gotin ku Emerîka û Fransa hewl didin ku PYNK û ENKS bicivin û bikaribin wek heyeteke hevbeş li gel rêvebirîya Şamê hevdîtinan bikin.
Em wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştigirîya her hewldaneke ji bo lihevhatin û tifaqa alîyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê dikin. Em piştgirîya hewldanên ji bo lihevhatina alîyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, weke wazîfeyeke neteweyî ya hemû kurdên cîhanê dizanin.
Em di wê bawerîyê de ne ku li gorî vê rewşa nû, ji bo berjewendîyên gelê me yê Rojavayê Kurdististanê, pêwîstîyeke lezgînî pê heye ku li Rojavayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partîyên kurdan bicivin, bêne cem hev.
Em dibêjin, îro hemû alîyên sîyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, divê tiştên ku heta îro rûdane deynin alîyekî, ji bo ava kirina îdareyeke hevbeş a leşkerî, aborî, sîyasî, dîplomasî bêne cem hev û wek alîyê kurd û kurdistanî bibin teref û mixatabê hemû dewletan. Ev wazîfe û pêwîstîyeke esasî ya ji bo parastin û pêkanîna berjewendîyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku dawî li êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê bînin; li gel hemû alîyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo dîyalogê gavên pêwîst bavêjin. Her gaveke ku Dewleta Tirkîyeyê ji bo rêzlêgirtina mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bavêje; dê rêya çareserîyeke demokratîk, aştîyane, sîyasî li Bakurê Kurdistanê jî xurtir bike.
Eve 100 sale ku Dewleta Tirkîye sîyaseta li dijî miletê Kurd dimeşîne; lê vê sîyasetê nikarîbûye miletê Kurd û doza wî ya rewa ji holê rake. Em bangî Dewleta Tirkîye dikin ku dawî li vê sîyaseta xwe bîne. Divê bi dîyalogê rêya qebûl kirina hebûna miletê Kurd û mafên wî yên neteweyî, demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê bê vekirin.
Aşkereye ku pêşhateyên îro li Sûrîyeyê rûdidin, dê tesîra xwe bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û herweha li hemû perçeyên Kurdistanê jî hebe. Ji ber vê rastîyê jî ji her demê zêdetir îro pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser hişmendîya neteweyî, demokratîk, di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê de, tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, şêwra navxweyî, bi hev re dîyar kirina fikir û helwestên hevbeş bihûne heye.