Jan Dost: Cudabûna ji PKK’ê berî Tirkiyê daxwaza kurdên Sûriyê ye

Jan Dost: Cudabûna ji PKK’ê berî Tirkiyê daxwaza kurdên Sûriyê ye

Roman nivîsê navdar ê Kurd Jan Dost îro 14.12.2024ê behsa derketina kurdên Sûriyê ji bin bandora PKK’ê kir û diyarkir ew êdî bi teqezî pêkbê.

Jan Dost di parvekirinekî xwe ya li ser facebookê de nivîsand: ‘’Berî ku cudabûna ji PKK’ê daxwazekî Tirkiyê be, daxwaza kurdên Sûriyê bixwe ye jî.’’

Herwiha dibêje: ‘’Kurdên Sûriyê divê ji bin ebayê wê partiya tund derkevin, ku karesatên mezin li hemû parçeyên Kurdistanê dîtine.’’

Jan Dost dibêje: ‘’Hikûmet û berjewendiyên kurdan dixwaze ku peywendiya îdeolojîk bê qutkirin û ti demekî guncawtir ji vê demê zêdetir nîne.’’

Nivîskarê kurd diyar kir: ‘’Bi vî awayî dê yekrêziya aliyan zêdetir pêkbê, pêgeha kurdan li Şamê dê bihêztir bibe û dengê wan dê zêdetir bê bîhîstin.’’

Jan Dost dibêje: ‘’Qutkirina peywendiyan tenê li ser ziman nabe, nabe Tirkiye û rejîma nû bixapînî, divê pêngav li ser wî bingehî hebin ku cîhê baweriyê bin.’’

Pustên heman beş