Tirkiyeyê gef li Rojavayê Kurdistanê xwarin.

Yaşar-Guler-gef-li-HSD

Roja înê di Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de budceya sala 2025an a Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di gotara xwe ya li ser budçeyê de behsa pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir û gef li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwarin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di gotara xwe de anî ziman:

“Di encama oparasyonên serkeftî yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê yên li Til Rifet, başûrê Elbabê û xeta Minbicê de dane destpêkirin rêxistina terorê neçar maye ji van deveran vekişe.

Dixwazim careke din tekez bikim ku em bi ti awayî rê nadin rêxistina terorî ya YPG-PKKyê ji nearamiya li qadê sûdê wergire.”

Gotinên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bû sedema nerazîbûnan.

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş piştî Yaşar Guler axivî û helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê rexne kir.

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê got:“Birêz Wezîr vê yekê ji bîr nekin, yên ku mafên xwe yên jiyanê diparêzin ne terorîst in.

Bi milyonan xelk ne terorîst e û nabe terorîst.

Hûn nikarin gelên li Rojavayê wekî terorîst pênase bikin, di demekê de ku wezareta we 25 hezar endamên xwe bi tohmeta terorîstbûnê dûr xistine.

Hinek endamên saziya ku hûn niha li ser in berî 8 salan ev parlamento bi balafirên şer bombebaran kirin.

Lewma ez ji bo we pêşniyar dikim dema hûn aliyekî bi terorê tohmetbar dikin çend caran bifikirin.”

Pustên heman beş