Di sala 2024ê de Tirkiyê 10 û 297 kes bi sedema PKKê girtine

Turkey-Amar-PKK-In

Dewleta Tirk di îsal 2024ê de 10 hezar û 297 kes li nava Tirkiyê bi sedema PKKê binçav kirine, her wiha di operasyonên ewlehiyê de 779 PKKeyî kuştine.

Ajansa Anadoluyê ku medyaya fermî ya dewletê ye, îro roja şemî 14/12/2024ê belav kir ku di îsalê de 44 hezar û 882 operasyon li dijî PKKê li Tirkiyê hatine encam dayîn, di van operasyonan de 10 hezar û 297 kes hatine desteser kirin.

Her wiha destnîşan kir, di operasyonên ewlehiyê yên sala 2024ê de 779 PKKeyî li nav Tirkiyê hatine kuştin.

Hat ragihandin, di çarçoveya operasyonên 2024ê de, 38 endam û kesên girîng yên PKKê ku di lîsta kesên lêgerîn li ser de ne, hatine kuştin.

Pustên heman beş