Grûpên çekdaran mal û milkên sivîlên Minbicê talan dikin

Grûpên çekdaran mal û milkên sivîlên Minbicê talan dikin

Li Bajarê Minbicê binpêkirinên mafên welatiyan bi awayekî berfireh tên kirin û sedan sivîl ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bi zora çekan mal û milkên welatiyên sivîl didizin û talan dikin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, piştî ku çekdarên ser bi Artêşa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ketin bajarê Minbicê û kontrol kirin, çekdaran dest bi dizîna mal û milkên sivîlan kirin.

Da zanîn jî, gelek welatî li Minbicê rastî êrîşên çekdaran tên û bi awayekî keyfî otombîlên wan didizin û mal û milkên wan desteser dikin.

Ji aliyê xwe ve, xelkê bajêr ji bo şermezarkirina tawanên grûpên çekdar ên (El-Amşat û El-Hemzat) îro dest bi greva giştî kir û dikan û bazar hatin girtin.

Grûpên çekdar ên ser bi Artêşa Niştimanî ya Opozisyonê Sûriyeyê ve roja 12ê vê mehê ragihandin ku wan bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re li Minbicê û gundewarê wê, lihevkirinek ji bo 4 rojan pêk anîne.

Diyar kir jî, lihevkirin ji demjimêr 17:00 ji 12ê Berçile û heta roja Duşemê 16/12/2024am didome. Armanca lihevkirinê jî ew e ku “firsendên pêkanîna têgihîştina mirovî û ewlehiyê peyda bike.”

Destnîşan kir jî, lihevkirina agirbesta demkî li wê yekê pêk tê: Hêzên HSDê ligel malbatên xwe ji bajarê Minbicê û gundewarê wê vekişin û HSD gora Sultan Silêman Şah radestî çekdaran bike.

Pustên heman beş